Serok Barzanî û balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa pîwanên ava kirina hikûmeta nû hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa giştî ya deverê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchen kir.

Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê Andrew Beasley jî têde beşdar bû, jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê, balyozê Brîtanyayê pîrozbayî li Serok Barzanî kir û rêjeya beşdariya xelkê jî di prosesa dengdanê de û serkeftî bûna prosesa hilbijartinê bi pêşhateke girîng wesif kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî spasiya gelê Kurdistanê kir ku, bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinê de kiriye.

Danûstandinên taybet bi ava kirina hikûmeta nû û benameya hikûmeta nû mijarên din yên vê civînê bûn û Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, PDK bo ava kirina hikûmetê veto li ser ti kesekî tuneye û lazime danûstandin di çarçoveya yek herêm, yek parlemen, yek hikûmet û yek hêza pêşmerge de bin.

Her di vê civînê de giftûgo derbarê encamên hilbijartinên Amerîkayê û bandora vê li ser hevsengiyên cîhan û deverê hate kirin û her du alî nêrînên xwe li ser rewşa siyasî ya Îraq, Rojhilata Navîn û hilbijartina Serokê parlementoya Îraqê anîn ziman.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.