Mesrûr Barzanî: Lazime hikûmeta nû hikûmeteke bihêz û yekgirtî be

di civînê de behsa rewşa Rojhilata Navîn jî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Brîtanyayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê birêz Steven Hitchen kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê hewl û amadekariyên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêmê û rewşa giştî ya Îraq û rewşa aloz ya Rojhilata Navîn kir.

Balyozê Brîtanyayê stayîşa prosesa hilbijartinên gera 6an ya parlementoya herêma Kurdistanê kir ku, di nava rewşeke aram de hatiye meşandin û jiber serkeftina prosesa han jî pîrozbayî li me kir.

Me herwiha tekez li ser girîngiya ava kirina hikûmeta nû di demeke nêz de kir.

Me ev yek dubare kir ku, vetoya me li ser beşdarî kirina ti aliyeke siyasî tuneye û em dixwazin hikûmeteke giştgîr, bihêz û yekgirtî li ser esasê encamên hilbijartin û dengên aliyên siyasî were avakirin.

Dabîn kirina şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê û destpê kirina henarde kirina petrol herêma Kuridstanê mijarên din yên giftûgoya me bûn.

 

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.