Amerîka peyameke nû daye Îranê

Amerîka di destpêka vê hefteyê de balefir û keştiyên nû yên cengî şandibû deverê.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Îsraîlê.

Wezareta derve ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku, Amerîka daxwaz ji Îranê dike pêşiya berfire bûna aloziyên li Rojhilata Navîn bigire.

Wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de nivîsandiye ku, lazime Îran bo pêşî girtin ji berfire bûna aloziyên li Rojhilata Navîn rola xwe bilîze beruvajî Amerîka bi her awayî berdewam dibe li ser piştîvanî kirin û hevkarî kirina Îsraîlê.

Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de jî Amerîka hijmareke zêde ji balefirên cengî, keştiyên cengî û çekên nû bo piştîvanî kirina Îsraîlê şandibû Rojhilata Navîn.

Ji aliyeke din ve Îran gef dike ku, vê bersifeke dijwar bide Îsraîlê û Îsraîl jî dibêje êrîşa vê carê ya me ya dijî Îranê vê gelek wêranker be û di vê çarçoveyê de Îsraîl çend keştiyên xwe cengî şandiye ser sînorên avî yên Îranê li Kendavê.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.