Mesrûr Barzanî behsa taybetmendiyên hikûmeta nû dike

tekez li ser ava kirina hikûmeta nû di demeke nêz de kirine.
کوردستان TV
100%

Li gel Balyoza Amerîkayê civiya.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyoza Amerîkayê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya balyoza Amerîkayê li Îraqê birêz Alina Romanawski kir.

Mijara sereke ya giftûgoya me taybet bû bi rêkar û amadekariyên ava kirina kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê.

Li ser girîngiya jihev fêm kirina aliyên siyasî bo ava kirina kabîneya nû di demeke nêz de bo ku, kar û projeyên xizmetgozariyê bidomîne û xizmeta tevahiya welatî û pêkhateyên herêma Kurdistanê bike, hemfikir bûn.

Me tekez li ser vê yekê kir ku, lazime ava kirina hikûmeta nû li ser bingeha dengên aliyên siyasî û encamên hilbijartinan be û herwiha hikûmeteke bihêz, seraserî û  yekgirtî be.

Her di heman civînê de me giftûgo derbarê rewş û aloziyên li Rojhilata navîn kir û li ser parastina asayîş û aramiya deverê û dûr xistina bandorên şer û aloziyên han li ser Îraq û herêma Kurdistanê hemfikir bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.