Di civînan de behsa serjimêriya giştî ya Îraqê hatiye kirin.
Beriya du rojan şanda Kurdistanî bi Serokatiya Komar ya Îraqê, Serokatiya civata wezîran ya Îraqê û rayedarên din yên Îraq re civiyaye û di civînan de nîqaş li ser mijara serjimêriya giştî ya Îraqê, kêşe û astengiyên berdem vê prosesa han hatiye kirin.
Her di heman civînê de şanda Kurdistanî têbînî û ramanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên li ser serjimêriyê gehandiye rayedarên hikûmeta federalî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin