Serok Barzanî û Serokwezîr jî kongreyê de beşdarin.
Bo cara ewil îro 31ê Cotmehê, kongreya nûjdarî ya Mezopotamiyayê li Hewlêrê bi beşdariya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hate lidarxistin.
Di kongreya han de ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji diyasporayê jî nûjdarên Kurd beşdarin û gengeşe li ser pêşhatên nû yên nûjdarî û kar û çalakiyên kongreya han tê kirin.
Herwiha çalakiyên zanistî yên nûjdarên Kurd jî têne nîşandan û asta zanistiya nûjdaran tê nîqaşkirin.
Ev 10mîn kongreya nûjdarên Kurd û cara ewile ku, li Hewlêrê tê organîzekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin