Îran xwe bo êrîş kirine ser Îsraîlê amade dike

CNN dibêje beriya hilbijartinên Amerîkayê êrîşî ser Îsraîlê dike.
کوردستان TV
100%

Eger heye beriya hilbijartinên Amerîkayê êrîşî ser Îsraîlê bike.

Kanala CNN ya Amerîkî li ser zarê jêdereke taybet ya xwe belav kiriye ku, Îran dest bi amadekariyên mezin bo êrîş kirine ser Îsraîlê kiriye.

CNN herwiha nivîsandiye ku, Îran bo bersifdayîna êrîşa Îsraîlê amadekariyên mezin kiriye, Rêberê Îranê jî ferman bi aliyên têkildar kiriye daku, bi awayeke goncaw û pêwîst bersifa Îsraîlê bidin.

CNN herwiha nivîsandiye ku, jêderê taybetî tekez li ser vê yekê kiriye ku, Îran hewl dide beriya hilbijartinên Amerîkayê yên 5ê Mijdarê, êrîşî ser Îsraîlê bike.

Ji aliyeke din ve Îsraîl jî tekez li ser vê yekê dike ku, di êrîşa yekem de sîstema berevaniya asmanî ya S300 ya Îranê jinav biriye lewre di êrîşa duyem de vê Îsraîl gelek bi asanî bikaribe li asmanê Îranê manovreyên lêdanê bike.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.