Li gel şandeke Almanî civiya.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke Almanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke Almanî bi Serokatiya Parlementer û wezîra dewlet li wezareta berevanî ya Almanayê birêz Simtie Mueller kir.
Di civînê de me giftûgo derbarê têkiliyên du alî, pêşkeftinên nava prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge û rewşa ewlekarî û leşkerî ya Îraq û deverê kir.
Di berdewamiya civînê de me spasiya piştîvanî û hevkariyên Almanyayê yên bo hêzên pêşmerge kir û rêzdariya herêma Kurdistanê jî bo biryara hikûmet û parlementoya Almanyayê yabo dirêj kirina dema pîwerdariya hêzên Almanî li herêma Kurdistanê diyar kir.
Li ser girîngiya avakirina bilez ya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê hemfikir bûn.
Pêşhatên dawî yên rewşa aloz ya Rojhilata Navîn û girîngiya parastina asayîş û aramiya deverê beşeke din ya giftûgoya me bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin