Serokê herêmê li gel Serokê hevpeymaniya Ezim civiya

tekez li ser dûr xistina Îraqê ji aloziyên heyî yên li deverê de hate kirin.
100%

Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê hevpeymaniya Ezim Musena Samerayî kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştiya Îraqê, hilbijartinên parlementoya Kurdistanê, hêlbijartinên pêşiya me yên Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Her di heman civînê de her du alî stayîşa diyaloga navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî ya bo çareser kirina kêşeyên heyî kir û li ser vê yekê ku, çareser kirina kêşeyan di berejwendiya tevahiya Îraqê û aramiya welat deye hemfikir bûn.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê metirsiyên rewşa aloz ya Rojhilata Navîn hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku, lazime Îraq ji wan aloziyên heyî were dûrxistin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.