Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê li Îsraîle

behsa êrîşên muhtemel yên Îranê tê kirin.
100%

Li gel rayedarên Îsraîlî giftûgo derbarê Îranê de dike.

Li gor çapemeniya Amerîkî, Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê yaku, bi CENTCOM tê nasîn Michael Korilla îro bi serdaneke fermî çûye Til Avîvê.

Çapemeniya Amerîkî diyar kiriye ku, Michael Korilla di çarçoveya serdana xwe de li gel rayedarên Îsraîlî dicive û di civînan de nîqaş li ser hevkarî û hevahengiya navbera Îsraîl û Amerîkayê bo rûbirû bûna êrîşên muhtemel yên Îranê tê kirin.

Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de Îsraîl êrîşî ser Îranê kiribû û Îran jî ragihandibû ku, bersifeke dijwar dide êrîşa Îsraîlê.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.