Behsa rewşa giştî ya li Îraq û deverê kirin.
Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel Serokê tevgera hikme ya nîştimanî ya Îraqê civiya û piştî civînê jî wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Serokê tevgera nîştimanî ya Hikme birêz Emar Elhekîm kir.
Serokê tevgera hikme ya nîştimanî jiber serkeftina prosesa hilbijartinê di rewşeke aram, şefaf û demokratîk de, pîrozbayî li me kir.
Her di civînê de me giftûgo derbarê girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, dabîn kirina mafên destûrî û şayîsteyên darayî yên herêma Kurdistanê kir û nêrînên xwe yên derbarê prosesa serjimêriya giştî ya welatiyên Îraqê jî yaku, biryare roja 20ê Mijdarê were kirin, anîn ziman.
Di vê derbarê de me tekez li ser vê yekê kir ku, lazime serjimêrî tenê bo mebesta geşe pêdan û baştir kirina rewşa jiyana welatiyên Îraqê be û dûr be ji her cure armanceke siyasî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin