Li Pîrmamê Serok Barzanî li gel Emar Hekîm civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê tevgera hikmeya nîştimanî ya Îraqê Emar Hekîm kir.
Di destpêka civînê de jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê Emar Hekîm Pîrozbayî li Serok Barzanî kir û ev hilbijartina han bi destkefteke girîng wesif kir.
Di civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê rewşa siyasiya Îraqê, rewşa deverê têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî û pêdivî bûna parastina asayîşa aramiya Îraqê anîn ziman.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin