Kanala 13 ya Îsraîlî dibêje amadekarî destpê kirine.
Kanala 13 ya Îsraîlî li ser zarê rayedarên Îsraîlî belav kir ku, Îsraîl weke bersifdayîna êrîş kirine ser mala Serokwezîr Binyamîn Netanyahu, dest bi amadekarî kiriye daku, dîsa êrîşî ser Îranê bike.
Weke tê zanîn di destpêka vê mehê de bi dron êrîşî ser mala Netanyahu ya li Qîsariya ya li Bakûrê Til Avîvê hatibû kirin û di destpêkê de hizbulah got me ev êrîş pêk aniye lê pişt re hizbulah ev yek red kir û hin çakaniyên herêmî jî belav kirin û êrîş karê Îranê ye.
Ji aliyeke din ve roja şemî Îsraîl êrîşî ser Îranê kiribû û gelek navendên dron û hajekên Îranê û sîstema berevaniya asmanî ya S300 ya Îranê wêran kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin