Serokê herêmê pêşwaziya balyoza nû ya Îspaniyayê kir

behsa encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa deverê hatiye kirin.

Duhê êvarê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balzyoza nû ya Îspaniyayê li Îraqê Alicia Rico Del Pulgar kir.

 di civînê de Serokê herêmê pîrozbahiya destbikarbûna wê weke Balyoza nû ya Îspanya li Iraqê kir û hemû piştevaniya xwe ji bo serxistina wê nîşan da û xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşdebirina têkiliyên bi Îspanyayê ra nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, xanim Del Pulgar kêfxweşiya xwe li hember destbikarbûna xwe nîşan da û tekez kir ku welatê wê girîngiyê bi peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra dide û ji bo vê mebestê jî hewla berfirehkirina wan peywendiyan di hemû waran da, bi taybetî di warên ku ji bo her du aliyan girîng in dide.

Hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û encamên wan, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêşhatên dawî yên rewşa aloza Rojhilata Navîn û gef û metirsiyên wê li ser aştî û aramiya navçeyê çend mijarên di yên civînê bû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.