Mesrûr Barzanî û Qasim Erecî civiyan

tekez li ser pêşde birina hevahengî û hevkariya heyî hatiye kirin.
100%

Behsa rewş û pêşhatên dawî hatiye kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê birêz Qasim Erecî kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa ewlekarî ya Îraqê bi giştî kir.

Şêwirmendê ewlekariya nîştimaniya Îraqî jiber serkeftina prosesa hilbijartinên parlementoyê, pîrozbayî li me kir.

Li ser girîngiya pêşde birina zêdetir ya hevkarî û hevahegniya navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî bo rûbirû bûna metirsî û gefên terorê û herwiha parastina ewlekarî û aramiya herêma Kurdistan û Îraqê hemfikir bûn.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.