Biryargeha navendî ya spaha Qudis hatiye wêran kirin

ev her du navend li Tehranê ne.
100%

Duhê  bişev Îsraîl êrîşî ser Îranê kiribû.

Piştî êrîşa duhê bişev ya Îsraîlê bo ser Îranê yaku, Îlam, Tehran û Xûzistan kiribûn armanc, çapemeniya Îranê jî qala du teqînên mezin li du navendên spaha Qudis li Tehranê kir.

Li gor nûçeyeke ajansa tasnim duhê bişev li biryargeha navendî ya spaha Qudis ya li Rojhilatê Tehranê û navendeke din ya spaha Qudis ya li Başûrê Tehranê, du teqînên mezin çê bûne.

Li gor zaniyariyên din navenda spaha Qudis ya li Rojhilatê Tehranê biryargeha navendî ya spaha Qudis hatiye bordiman kirin û di encama bordimana han de ev navend hatiye wêrankirin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.