Îsraîl êrîşî ser Îranê kir

dibêje tevahiya balefirên me bi selametî vegeriyane.
100%

Gelek navendên leşkerî yên Îranê hatine wêrankirin.

Duhê bişev Îsraîl bi balefirên F35 êrîşeke berfire bire ser çand bajarên Îranê.

Li gor zaniyariyên berdest, balefirên cengî yên Îsraîlê li Tehran, Xozistan, Îsfehan û çend bajarên din êrîşî ser navendên leşkerî yên Îranê û navendên çê kirina hajekan li wan bajaran kirine.

Di encama wan êrîşan de tevahiya navendên han hatine wêrankirin.

Her çend Îran dibêje zirarên êrîşî sînordarin, lê jêderên çapemeniya cîhanî qala vê yekê dikin ku, zirar gelek zêdene.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, tevahiya balefirên Îsraîlî yên ku, di êrîşê de beşdar bûne bi selametî vegeriyane Îsraîlê.

Ji aliyê xwe ve Koşka Spî jî dibêje Îsraîl weke dihat xwestin li Îranê daye.

Artêşa Îsraîlê herwiha diyar kiriye ku, navê operasiyon, tobe kirine û eger Îran ti şaştiyeke din bike vê bi temamî were jinavbirin.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.