Îsraîl bo êrîş kirine ser Îranê xwe amade dike

Îsraîlê zêdetir ji 50 hajekên supersonic amade kiriye.
100%

Hin dezgehên çapemeniyê yên Amerîkî derbarê amadekariyan de zaniyarî belav kirine.

Hin rojname û dezgehên çapemeniyê yên Amerîkayê hinek zaniyariyên taybet bi amadekariyên Îsraîlê yên bo êrîş kirine ser Îranê belav kirin.

Li gor zaniyariyên han Îsraîl niha xwe bi başî amade kiriye û di vê çarçoveyê de zêdetir ji 50 hajekên supersonic yên pêşkeftî bo çend navendên leşkerî veguhastiye û karê monte kirina wan hajekan li ser balefirên F35 jî bi dawî bûye.

Çapemeniya Amerîkî herwiha nivîsandiye ku, ev hajekên han gelek pêşkeftîne, radar nikare wan keşif bike û bi rêya lîzerê têne meşandin û yek cm jî şaştî nakin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.