Mesrûr Barzanî: Bila bilez hikûmeta nû bikeve xizmeta xelkê Kurdistanê

dibêje bila kabîneya 10an bilez were avakirin û xizmeta xelkê bike.
100%

Jiber serkeftina prosesa hilbijartinê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber serkeftina prosesa hilbijartinê peyamek pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Serkeftina prosesa hilbijartina gera 6an ya parlementoya Kurdistanê, serkeftina herêma Kurdistanê bû di cerbandineke din ya demokrasî de.

Bi vê minasebeta han pîrozbayî li tevahiya welatiyên herêma Kurdistanê, bi tevahiya pêkhateyan ve dikim û spasiya berxwedan û beşdariya çalak ya welatiyan bi taybetî malbetên serfiraz yên şehîdan dikim.

Spasiya komîsyona serbixwe ya hilbijartinên Îraqê dikim bo organîze kirina û gerînendetî kirina vê prosesa han û destxweşiyê li wan dikim.

Her çend beşdarî nekirina hijmareke zêde ji welatiyan jiber kêşeyên teknîkî bûye sedema dilgiraniya me, jiber vê çendê lazime hewlên cidî werin dayîn daku, di hilbijartinên pêşerojê de, ev kêşeyên han werin çareserkirin û mafê dengdana her welatiyekî bi temamî were misogerkirin.

Spasiya taybet bo hêzên asayîşa navxwe bo ev rewşa aram ku, bo hilbijartinê afirandibûn.

Spas bo çavdirên navnetewî ku, şahêdên vê serkeftinê bûn.

Spasiya tevahiya aliyên siyasî dikim bo beşdarî kirina wan di vê hilbijartinê de û hevkariya wan bo serkeftina vê prosesê.

Pişt bi xwedê û bi piştîvaniya welatiyên dilsoz, hêvî dikim bi hebûna parlementoyeke çalak û bi beşdariya dilsozan û nîştimanperweran, bikaribe bilez kabîneya 10an ya hikûmeta herêmê bixe ximzeta aramî, avedanî, bihevre bûn û pêşkeftina zêdetir ya herêma Kurdistanê.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.