Mensûr Barzanî jî dengê xwe da

dibêje serkeftin bo Kurdistanê ye.
100%

Li Fîşxabûrê li gel pêşmergeyên din çû ser sindoqa dengdanê.

Prosesa dengdana taybet bo gera 6an ya parlementoya Kurdistanê berdewame û di vê çarçoveyê de, kêliyek beriya niha Fermandarê leşkera taybet û leşkera Gulanê Mensûr Barzanî jî li gel hijmareke zêde ji pêşmergeyan, li devera Fîşxabûrê çû ser sendoqa dengdanê û dengê xwe da.

Piştî dengdanê Mensûr Barzanî daxuyanî da û ragihand ku, îro rojeke gelek girînge û daxwaz ji tevahiya hevkarên xwe dikin beşdarî prosesê bikin û dengên xwe bidin.

Mensûr Barzanî herwiha hêvî xwest prosesa dengdanê serkeftî be û xelk dengê bixe bi awayeke azad bide ew kesên ku, bawerî pêheye û dizane xizmeta wan dike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.