Îran armanca xwe ya li Îsraîlê eşkere dike

dibêje navendên olî yên Behayiyan dijî Îranê tên bikaranîn.
100%

Dibêje emê êrîşî ser qibleya Behayiyan bikin.

Li gor nûçeyeke malpera Meşreq ya ser bi spaha Pasdaran  ya Îranê, rayedarên spaha Pasdaranê xwe amade kirine daku, êrîşî ser qibleya Behayiyan ya li Eka ya li Îsraîlê bikin.

Malpera Meşqerê ragihandiye ku, spaha Pasdaran biryara vê yekê daye ku, eger Îsraîl êrîşî ser Îranê bike vê demê spaha Pasdaran jî bi dijwarî êrîşî ser qibleya Behayiyan ya li Ekayê dike.

Spaha Pasdaran diyar kiriye ku, Behayiyên li Îran û derveya Îranê ji aliyê Mossadê ve têne îdarekirin.

Spahê herwiha diyar kiriye ku, Beyt El Edil El Elezim ( mala edaleta mezin) yaku, mezintirîn navenda Behayiyane li Îsraîlê ye û ji aliyê Mossadê ve dijî Îranê tê bikaranîn.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.