Netanyahu: Em li navendên etomî nadin

li hember wergirtina sîstema nû ya berevanî Îsraîl êrîşî ser navendên etomî yên Îranê nake.
100%

Rojnameya Washington post naveroka nameya Netanyahu belav dike.

Rojnameya Washington Post ya Amerîkî, naveroka nameya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu yaku, bo Serokê Amerîkayê şandiye, belav kiriye.

Netanyahu di nameya xwe de ji Biden re nivîsandiye, emê êrîşî ser Îranê bikin û êrîşeke dijwar jî bikin lê li navendên etomî û petrolê nadin belku, tenê li navendên leşkerî  yên Îranê didin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, Netanyahu bo ku, Amerîka sîstema nû ya berevanî bide Îsraîlê, razî bûye ku, êrîşî ser navendên etomî û petrolê yên Îranê neke.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.