Îran gef li welatên Kendavê dike

dibêje bila welatên Kendavê asmana xwe bo Îsraîl û Amerîkayê venekin.
100%

Dibêje emê êrîşî ser wan bikin.

Li gor nûçeyeke rojnameya WSJ ya Amerîkî, yaku, xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîkî, Îran bi rêya kanalên xwe yên dîplomatîkî huşdarî daye welatên Kendavê.

WSJ eşkere kiriye ku, Îran ji welatên Kendavê re ragihandiye ku, eger welatên han asmana xwe anjî navendên xwe yên leşkerî bo êrîş kirine ser Îranê bixin xizmeta Amerîka û Îsraîlê, vê Îran bersifa wan bide û êrîşî ser wan welatan bike.

Her di vê çarçoveyê de duhê çapemeniya Îranê jî vîdeoyeke simîlasyonê belavkiribû ku, di destpêka vîdeoyê de balefirên F35 êrîşî ser stasiyonên petrolê yên Îranê dikin û pişt re jî Îranê bi hajekên Fetah êrîşî ser hêzên Amerîkî û welatên Kendavê dike.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.