Amerîka sîstemeke nû ya berevaniya asmanî li Îsraîlê datîne

ev sîstem di nava çend rojên pêşiya me de dikeve kar.
100%

Mêş jî ji vê sîstemê nafitile.

Li gor nûçeyeke kanal 12 ya Îsraîlê, Amerîka weke pêngaveke nû yabo bihêztir kirina Îsraîlê û amade kirina Îsraîlê bo êrîşên Îranê sîstema herî nû û pêşkeftî ya berevaniya asmanî ya bi navê THAAD bicîh dike.

Kanala 12 belav kiriye ku, ev çend hefteyeke karên bicîh kirina vê sîstema han destpê kirine û Amerîka gelek gezê dike jiber ku, dixwaze ev sîstema han bicîh bike daku, Îsraîl bikarêbe êrîşî ser Îranê bike.

Weke tê zanîn piştî kuştina Serokê Hizbulahê û çend rayedar û Fermandarên rejîma Îranê, Îran êrîşî ser Îsraîlê kir û niha Îsraîl jî xwe bo êrîş kirine ser Îranê amade dike û tê payîn piştî bicîh kirina sîstema THAAD Îsraîl êrîşî ser Îranê bike.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.