Sîdad Barzanî: Hinek alî astengin li berdem xizmet kirina Helebceyê

Sîdad Barzanî: Em berdewam dibin li ser xizmet kirinê.
100%

Li Helebceyê civîneke girseyî bo PDK hate lidarixstin.

Îro şemî 12ê Cotmehê di çarçoveya prosesa propagendeya hilbijaratinan de, PDK Kurdistanê li Helebceyê civîneke girseyî lidar xist.

Di civîna han de endamê mekteb siyasiya PDK Sîdad Barzanî beşdar bû û gotarek jî pêşkêş kir.

Sîdad Barzanî di gotara xwe de anî ziman ku, PDK ne dijî ti aliyekêye û naxwaze ti aliyek anjî ti tiştek birûxîne, PDK xwedan peyamê aştî, aramî û awedaniyêye.

Sîdad Barzanî di gotara xwe de tekez li ser vê yekê kir ku, bi fermana Serok Barzanî biryara bi parêzgeh kirina Helebceyê hatiye dayîn û niha jî firakisyona PDK li parlementoya federalî, kar li ser vê mijarê dike û di demeke nêz de Helebce bi fermî dibe parêzgeh.

Barzanî anî ziman ku, Helebce mînaka qehremanî û serifiraziyêye lewre PDK rixmî hewldanên hin aliyan bo asteng kirina pêşkêş kirina xizmetgozariyan, berdewam dibe li ser xizmet kirina Helebceyê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.