Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin li ser xizmet kirina xelkê

ev cadeya han di nava 3 salan de tê xelaskirin.
100%

Îro kevira bingehîn ya cadeya du bande ya Hewlêr/ Koyeyê danî.

Kêliyek beriya niha Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya cadeya du bande (etoban) ya Hewlêr/ Koyeyê danî û gotareke kurt jî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de anî ziman ku, îro gelek kêfxweşiye ku, beriya du hefteyan di dema lêdana zengola destpê kirina sala nû ya perwerdehiyê li Koyeyê soz dabû ku, cadeya du bande ya Hewlêr/ Koyeyê çê bikin û xizmeta xelkê bikin û îro jî dest bi danîna kevira bingehîn ya vê projeyê dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de anî ziman ku, rixmî qirîz û astengiyan lê hikûmet bêyî cudatî berdewam dibe li ser xizmet kirina welatiyan û avedan kirina Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, di demên derbasbûyî de di warê gehandina xizmetgozariyan de astengî hebûne û niha jî rixmî hebûna astengiyan lê berdewamin li ser gehandina xizmetgozariyan.

Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de balkêşande ser girîngiya vê cadeyê û diyar kir ku, avedan kirin û cade rûyên şarestaniyêne lewre em hewl didin Kurdistan bikin welateke pêşkeftî û şaristaniyane û ev cadeya ku, îro çê kirina vê destpê dike beşeke girînge ji plana me yabo bihevre girêdana bajarên Kurdistanê û herwiha beşeke girînge ji projeya cadeya du bande ya Hewlêr/ Silêmanî.

Serokwezîr di beşeke din ji axaftinên xwe de daxwaz ji welatî û şêniyên deverê jî kir daku, zêdegaviyê li ser cadeyan nekin û rêz ji rêkar û zagonan bigirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.