Serokê herêmê û balyozê Brîtanyayê civiyan

behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kirine.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa giştî ya Îraqê  û têkiliyên du alî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhê li Hewlêrê, pêşwaziya birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di civînekê da pêşkeftina têkeliyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, rewşa giştî ya Iraqê, rewşa navxwe û hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da hate gotûbêjkirin.

Her du alî tekez li ser girîngiya lidarxistin û serkeftina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kirin û hêviya serkeftinê ji bo proseya dengdanê xwestin. Di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da hevfikir bûn ku bi diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bikin. Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî lihevhatina hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê weke kilîta aramiya Iraqê bi nav kir.

Rewşa Rojhilata Navîn û metirsiya zêdebûna aloziyan di civînê da gotûbêj kirin. Her di vê derbarê da her du alî tekez li ser parastina aramî û ewlehiya deverê û xwe dûrgirtina zêdetir a şer û pevçûnan û encamên wê kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.