Hevdîtinên Serokwezîr li gel xelkê berdewamin

dibêje hin aliyên siyasî rêya destwerdaniya Bexdayê xweş kirine.
100%

Duhê bişev li gel hijmareke şêniyên Hewlêrê hevdîtinek pêk anî.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhê bişev li gel hijmareke şêniyên Hewlêrê hevdîtinek pêk anî.

Di destpêka hevdîtinê de Mesrûr Barzanî guhdariya raman û nêrînên beşdaran kir û soz da ku, di demeke nêz de pêşniyarên wan werin cîhbicîhkirin.

Her di heman hevdîtinê de Serokwezîr behsa çend kêşe û arîşeyan kir û ragihand ku, me hewl daye gelek kêşeyên serekî weke kêşeya kêm avêyê, kêşeya rabûna lehiyan, kêşeya elektirîkê, kêşeya xizmetgozariyên tendirostî û rûtîna nava dezgehên fermî kêm bikin û berdewam dibin li ser hewlên xwe bo çareser kirina yekcarî ya tevahiya kêşe û arîşeyan.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevdîtina han de rexne li aliyên siyasî dike û dibêje hin aliyên siyasî yên Kurdistanê wisa kirin ku, rê bo destwerdaniya Bexdayê di nava karûbarên Kurdistanê de were xweşkirin.

Barzanî herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, hikûmet hewl bo çareser kirina kêşeya veguhastina giştî dide û di demeke nêz de vê kêşeya han jî tê çareserkirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.