PDK bi belge sextekariyên YNK eşkere kir

di vîdeyoyê de Bafêl dibêje me 30 korsî bo xwe gerentî kirine lê lazime hewl bidin ev korsiyên han bi qanûnî bidin nasîn.
100%

Vîdeoya Bafêl û Qubad hate weşandin.

Komîteya hilbijartinan ya partiya demorkata Kurdistanê îro sêşem belgeyeke girîng ya li ser hewlên Qubad û Bafêl Talebanî bo sextekarî kirin di encamên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de bo raya giştî belav kir.

Daxuyaniya PDK wisaye;

Welatiyên hêja weke dizanin piştî biryarên dadgeha federalî yên li dor hilbijartinan, me weke pdk li çend cîhan dilgiraniyên xwe bi fermî diyar kirin, bê goman dilgiraniyên me jî li ser esasê wan zaniyariyan bûn ku, ji çavkaniyên bawermend dest me ketibûn, lê vê demê belgeyên bawermend di destê me de nebûn, lê îro belgeyeke bawermend di destê me deye ku, vê yekê îsbat dike û pişt rast dike ku, Qubad û Bafêl çawe hewl bo sextekarî kirin di encamên hilbijartinan de didin, Bafêl û Qubad di peywendiyeke telefûnî ya di navbera xwe de plana xwe ya qirêj li dijî Kurdistan, malbet û kesûkarên şehîdan, demokrasî û pêşmergeyên qehreman eşkere dikin û hewl bo sextekariyek li gor berejwendiyên xwe didin.

Bi awayeke bêşermane bêrêzî bi şehîdan, malbetên serfiraz yên wan û pêşmergeyên qehreman dikin, hewl didin prosesa hilbijartinê têk bidin û demokrasiya Kurdistanê têk bibin.

Welatiyên hêja îro bi eşkere kirina vê belgeya han daxwaz ji hikûmeta federalî, xelkê Kurdistanê, part  û aliyêns iyasî, raya giştî ya navnetewî, çavdêrên siyasî û her kesekî dikin helwesta xwe raber bikin li hember rûya rastîn ya Qubad û Bafêl ku, di jiyana xwe de tenê yek roj bo Kurdatî û Kurdistanê xebat nekirine.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.