Mesrûr Barzanî: 20ê Cotmehê lehengiyeke nû tomar dikin

dibêje PDK pêşengê awedan kirina Kurdistanê ye.
100%

Li Dihukê li gel xelkê civiya.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Dihukê, îro Cîgirê Serokê PDK Mesrûr Barzanî li gel xelkê Dihukê civiya û gotarek jî pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, siyaset û bernameya PDK ne weke siyaset û bernameyên aliyên dine, PDK dixwaze Kurdistan pêş bixe û xelk di nava kameraniyê de bijî, hinek alî gelek bi sivêkî propagende dikin û êrîşî ser PDK dikin lê Serokê PDK ferman bi me daye ku, em sivêkatî bi ti aliyekê nekin û bersifa sivêkatiyan nedin jiber ku, exlaqa pdk heye û lazime em pêbendî pîwanên exlaqî bin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, hinek alî dixwazin xwe li ser xelk û îradeya xelkê feriz bikin lê PDK dixwaze xelk bo xwe xwedan biryar û îrade be û bi serfirazî bijî.

Barzanî behsa projeyên hikûmetê jî kir û ragihand ku, heta niha me gelek projeyên girîng yên steratejîkî cîhbicîh kirine û di salên pêşiya me de vê berhem û encamên wan projeyan derkevin û xelk fêde ji wan bibîne û rixmî qirîz û dijmijatiyên ku, têne kirin, lê em berdewam dibin li ser cîhbicîh kirina projeyên steratejîkî jiber ku, em dixwazin Kurdistan pêş bikeve û gelê Kurdistanê jî bigehêje asta gelên din yên cîhanê.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, çend rojên din salvegera 16ê Cotmahê ye, ku, xiyaneta herî mezin ya dîrokê ye lewre lazime di 20ê Cotmehê de di bersifa vê xiyaneta han de leheniyeke mezin tomar bikin û deng bi PDK bidin ku, kar bo awaden kirin û pêşde birina Kurdistanê dike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.