Amerîka hûşdariya dawî da komên çekdar

Sûdanî nameya Amerîkayê daye komên çekdar.
100%

Gotiye emê Serok û Serkirdeyên we bikujin.

Li gor çapemeniya Îraqî Amerîka derbarê êrîşên dawî yên komên çekdar yên ser bi Îranê, bi rêya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî hûşdariya dawî daye komên çekdar.

Çapemeniya Îraqî qala vê yekê dike ku, Amerîka di nameya xwe de yaku, daye Sûdanî daku, radestî komên çekdar bike, ji komên çekdar re gotiye ku, eger êrîşên wan bo ser hêzên Amerîkî û Îsraîlê berdewam bin vê demê Amerîka bê helwest namîne û êrîşên dijwar dike ser wan û Serok û Serkirdeyên wan dikuje û berejwendiyên wan yên abûrî û bazirganî ji nav dibe.

 

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.