Îsraîl: Em bi dijwarî êrîşî ser Îran dikin

Amerîka û welatên Ewrûpî jî piştîvaniya xwe bo Îsraîlê ragihandine.
100%

Civata wezîran ya Îsraîlê biryara êrîş kirinê da.

Piştî êrîşa Îranê ya bo ser Îsraîlê, bi Serokatiya Benjamîn Netanyahu, roja çarşemê kabîneya hikûmeta Îsraîlê li civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê nîqaşên Amerîka û Îsraîlê yên li dor êrîş kirine ser Îranê hatiye kirin û hatiye gotin ku, Amerîka piştîvaniya Îsraîlê dike û Amerîka jî biryar daye hevkariya Îsraîlê di êrîşa dijî Îranê de bike.

Piştî vê nîqaşan civata wezîran biryar da daku, bi awayeke dijwar êrîşî ser Îranê bi taybetî cîhên steratejîk yên Îranê bike.

Ji aliyê xwe ve Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî gotiye ku, Amerîka piştîvaniya êrîşeke sînordar yê Îsraîlê dike, Îran ji rê derçûye.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.