Amerîka hêzên xwe li deverê zêdetir dike

Amerîka hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn zêdetir dike.
100%

Biden ferman bi wezareta berevanî kiriye dest bi liv û tevgeran bike.

Piştî kuştina Serokê hizbulahê û gelek ji endamên Serokatiya hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve, Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî ferman bi wezareta berevanî ya Amerîkayê kiriye daku, rewşa hêzên Amerîkî yên li deverê li ber çavan re derbas bike, hêzên xwe yên asmanî zêdetir bike û hijmara hêzên Amerîkî li deverê de zêdetir bike.

Du roj piştî vê fermana han Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê Patrick Ryder jî ragihandiye ku, wan dest bi cîhbicîh kirina vê fermanê kirine û armanca wan jî pêşî girtin ji Îran û komên çekdar yên ser bi Îranêye ku, dixwazin şerê li deverê de zêdetir bikin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.