Şêxê hizbulahê jî hate kuştin

Cîgirê Serokê komîteya birêvebir bûye.
100%

Duhê bişev di êrîşeke Îsraîlê de hatiye kuştin.

Li gor nûçeyeke rojnameya Yediot Aharonot ya Îsraîlê Şêx Nebîl Qawuq yê bernas bi şêx hizbulahê, hatiye kuştin.

Rojnameya Yediot Aharonot belav kiriye ku, artêşa Îsraîlê duhê bişev dîsa êrîşî ser navçeya Zahiye ya Libnanê kiriye û di encama êrîşa han de yek ji Serkirdeyên herî bi bandor yê hizbulahê Şêx Nebîl Qawuq di encama êrîşa han de hatiye kuştin.

Nav hatî Cîgirê komîteya birêvebir ya hizbulahê bûye.

Weke tê zanîn êvara roja înê jî di encama êrîşa Îsraîlê de Serokê hizbulahê li gel 8 rayedarên din yên hizbulahê hatibûn kuştin.

 

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.