Şêniyên Libnanê berê xwe didin Sûriyeyê

di şerê Libnanê de heta niha nêzî 800 kesan canê xwe ji dest daye.
100%

Hijmareke zêde ji wan li Himsê hatine bicîhkirin.

Jiber şerê navbera Îsraîl û hizbulaha Libnanê xelkeke zêde ji Libnanê aware bûye û berê xwe daye Sûriyeyê.

Li gor çapemeniya Sûrî di nava du rojên derbasbûyî de hijmareke zêde awareyên Libnanî gehêştine Sûriye û li wan cîhên ku, beriya niha jiber şerê navxweyî yê Sûriyeyê hatibûn valakirin bi taybetî li Himis û derdorê hatine bicîhkirin.

weke tê zanîn di nava çend rojên destpêkê şer de heta niha nêzî 800 kes hatine kuştin û zêdetir ji 2 hezar kes jî birîndar bûne.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.