Serokwezîr û balyozê Franseyê civiyan

Franse û Kurdistanê têkiliyên xwe berfiretir dikin.
100%

Behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê kirine.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Franseyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand:

Îro me pêşwaziya balyozê Franseyê yê li Îraqê birêz Patrick Durrell kir.

Di civînê de giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştiya Îraqê û pêşde birina têkiliyên du alî kir.

Herwiha me ramanên xwe yên derbarê amadekariyên hilbijartinên parlementoya Kurdistanê anîn ziman û li ser meşandina prosesa hilbijartinê bi awayeke paqêj û azad û di bin çavdêriya Nanetewî de û dûr ji binpêkirinan hemfikir bûn.

Herwiha li ser pêwîstiya destpê kirina hinarde kirina petrol herêma Kurdistanê di demeke nêz de hemfikir bûn, jiber ku, rawestandina henarde kirinê zirareke mezin gehandiye bûdceya federalî.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.