NY û G7 ji rewşa heyî dilgiranin

dibêje Rojhilata Navîn ketiye nava şereke dijwar de.
100%

Artêşa Îsraîlê jî êrîşên xwe berfiretir dike.

Şerê navbera Îsraîl û Hizbulahê destpê kir û bi tenê di rojekê de Îsraîl zêdetir ji 800 pêgeh û cîhên hizbulahê li başûrê Libnanê bordiman kir û di encam de zêdetir ji 500 kesan canê xwe ji dest dan.

Herwiha jiber êrîşên Îsraîlê ji 5 berpirs û Fermandarên sereke yên hizbulahê 4 hatine kuştin.

Ev du roje şer gerim û dijwar bûye û li ser vê mijarê jî raya giştî ya cîhanê dilgirane.

Koma G7 di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku, rewşa heyî gelek metirsîdare û Rojhilata Navîn xistiye nava şereke dijwar û berfire.

Herwiha Netewên Yekgirtî jî hûşdarî ji karesat û qirîzeke însanî li Libnanê dide û dibêje eger heye Libnan jî weke Xezeyê were wêrankirin û rayedarên cîhanê jî nikarîne pêşiya befire bûna şerê bigirin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.