Hijmara kuştiyan li Libnanê zêde bû

wezareta tendirostî ya Libnanê hûdarî dide.
100%

Di rojekê de zêdetir ji 500 kesan hatine kuştin.

Wezareta tendirostî ya Libnanê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku, di encama êrîşên duhê yên Îsraîlê yên bo ser pêgehên hizbulahê li Libnanê zêdetir ji 500 kesan hatine kuştin û hezar û 645 kesên din jî birîndar bûne.

Wezareta tendirostî ya Libnanê hûşdarî daye û ragihandiye ku, eger êrîş bi vê rengî berdewam bin vê demê di warê tendirostî û însanî de vê qirîzeke mezin li Libnanê çê bibe.

Duhê jî artêşa Îsraîlê daxuyaniyek dabû û daxwaz ji şêniyên Başûrê Libnanê kiribû daku, ji herêmê derkevin û xwe ji cîh û pêgehên hizbulahê bidûr bixin jiber ku, vê Îsraîl êrîşî ser hizbulahê bike.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.