Amerîka daxwaza henarde kirina petrola Kurdistanê dike

dibêje lazime petrola Kurdistanê were henardekirin.
100%

Serokwezîrê Îraqê li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiyaye.

Li gor çapemeniya Amerîkî, di çarçoveya civînên civata giştî ya Netewên Yekgirtî de, li bajarê New Yorka Amerîkayê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiyaye.

Di civînê de her du aliyan giftûgo derbarê kerta enerjî û pêşde birina kerta han kirine û wezîrê derve yê Amerîkayê tekez li ser vê yekê kiriye ku, lazime boriya petrolê ya navbera Îraq û Tirkiyeyê were vekirin daku, petrola herêmê jî were henarde kirin bo bihêztir kirina abûriya Îraqê.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê pîwerdariya hêzên hevpeymaniya cîhanî li Îraqê jî hatiye kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.