Serok Barzanî pêşwaziya Balyoza Holanda li Iraqê kir

behsa rewşa siyasiya deverê hatiye kirin.
100%

Îro li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoza Janet Alberda Holandayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulusê giştî yê Holanda li Hewlêrê Rulîwv Van Îs jî têde beşdarbû, Balyoza Holandayê li Iraqê rêzdariya xwe ji bo rola Serok Barzanî ya di serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstên DIŞI de diyar kir û herwiha balkişande ser pêşveçûna peywendiyên di navbera welatê wan û Herêma Kurdistanê ya li warên cûda cûda de. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Konsulê Holanda xweşhaliya xwe ragihand bi encamdana hilbijartina Parlemena Kurdistanê ya li cotmeha bê û hêvî jî xwest encamên hilbijartinê bibê sedema bihêzbûna sazî û damezraweyan û aramiya zêdetira li Herêma Kurdistanê.

Her di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û encamên dawî ya serdana Serok Barzanî ya Bexdayê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û her wiha rewşa navxweya Herêma Kurdistanê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.