Serokê herêmê li gel rayedarên Îdarî yên Hewlêrê civiya

behsa projeyên xizmetgozariyê hate kirin.
100%

Îro serdana Walîtiya Hewlêrê kiribû.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Walîtiya Hewlêrê kir û li gel Walî Omîd Xweşnaw û rayedarên din yên îdarî yên Hewlêrê civiya.

Di destpêka civînê de giftûgo derbarê projeyên xizmetgozariyê yên li Hewlêrê hate kirin û Serokê herêma Kurdistanê fermana vê yekê da ku, bi baştirîn şêwe projeyên xizmetgozariyê werin pêşkêşkirin.

Serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî spasiya Walîtiya Hewlêrê û rayedarên îdarî yên Hewlêrê kir ku, karîne xizmetgozariyên baş pêşkêşî şêniyên Hewlêrê bikin û eşkere kir ku, bi sêya wan projeyan Hewlêr gelek pêşkeftiye.

Di beşeke din ya vê civîna han de nîqaş derbarê amadekariyên hilbijartinê hate kirin û Serokê herêma Kurdistanê tekez li ser vê yekê kir ku, hilbijartin pêgeha dezgehên fermî bihêztir dike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.