Nivîskarekî navdar yê Kurd koça dawî kir

yekem kes bûye agirê Newrozê li Rojavayê Kurdisanê pêxistiye.
کوردستان TV
100%

Çend sal bû bi nexweşiyê ketibû.

Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Bîlal Hesenê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê wefat kir.

Bîlal Hesen (Bavê Hozan) li gundê Xelakanê yê Efrînê hatiye dinyayê.

Sala 1947an dest bi siyasetê dike û dikeve nav Partiya Komunîst a Sûriyeyê.

Piştî damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê sala 1957an dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) û karên xwe yên siyasî li wir de didomîne.

Sala 1960an cara yekem agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê bi destê xwe vêdixe û bi “Lehengê Newrozê” tê binavkirin.

Bîlal Hesen, ji bilî xebatên siyasî li ser zargotin û folklora Kurdên Efrînê û Çiyayê Kurmênc xebitiye û bi dehan berhemên wî di wî warî de hene. 

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê, sala 2013yan “Xelata Cegerxwîn“ dabû Bîlal Hesen.

Bîlal Hesen sala 2004an çû Almanyayê û sala 2010an bi nexweşiya penceşêrê ketibû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.