Îran: Emê tedbîrên pêwîst bistînin

dibêjin birîna balyozê Îranê gelek girane.
100%

Nunerê Îranê nameyek daye Netewên Yekgirtî.

Duhê bişev nunerê Îranê yê li Netewên Yekgirtî Emîr Seîd Îrwanî ragihand ku, derbarê êrîşên Îsraîlê yên bo ser Libnanê û teqandina amûrên peywendî kirinê yên hizbulahê ( Pager) ku bûye sedema birîndar bûna balyozê Îranê yê li Libnanê nameyek daye Sekretariyeta giştî ya NY û Serokatiya civata ewlekariyê.

Îrwanî eşkere kiriye ku, di nameya han de Îran rixmî mehkûm kirina êrîşên han yên Îsraîlê hevdem civaka cîhanî li hember bersifdayîna Îranê agehdar kiriye ku, hatiye nivîsandin ku, Îran li hember wan êrîşan û bi taybetî jî li hember birîndar kirina balyozê xwe yê li Libnanê bêdeng namîne û tedbîrên pêwîst distîne.

Weke tê zanîn du roj li peyhev Îsraîlê amûrên gehandin û peywendî kirinê yên hizbulahê bi rêya êrîşên elektironîkî teqandibû û gelek kes hatibûn kuştin û zêdetir ji 4 hezar kes jî birîndar bibûn.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.