Agir bi wezareta tendirostî ya Îraqê ket

heta niha derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
کوردستان TV
100%

Bînaya wezaretê hatiye valakirin.

Li gor nûçeyeke ajansa fermî ya Îraqê îro çarşem agireke mezin bi bînaya wezareta tendirostî ya Îraqê ketiye û tîmên hawar hatinê bilez gehêştine deverê û karîne agirê vemirînin.

Ajansa fermî ya Îraqê diyar kiriye ku, ti zirareke insanî vê bûyerê nebûye lê tenê zirarên madî ber bînayê ketine.

Ji aliyeke din ve her îro çarşem agir bi nexweşxaneya mezin ya bajarê Nasiriyeyê ketiye û çapemeniya Îraqî diyar kiriye ku, niha di dema amadekirina vê nûçeyê de, tîmên hawar hatinê mişxûlî vemirandina agirê ne.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.