Kevira bingehîn ya mezintirîn nexweşxaneyê hate danîn

dibêje me projeyên gelek mezin dane destpê kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr dibêje em berdewamin li ser reformên nava kerta tendirostî de.

Îro Serokwezîrê kurdistanê Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya nexweşxaneyeke taybet bi derman kirina penceşêrê li hewlêrê danî û gotareke kurt jî pêşkêş kir.

Serokwezîr rixmî destxweşî kirin ji kompaniya cîhbicîhkar hevde diyar kir ku, kerta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê hîn jî pêdiviya xwe bi reformên mezin heye, di destpêka kabîneya 9an de me li gel pisporan bo pêşde birina kerta tendirostî şêwir kir lê jiber hatina korona bargiraniyeke gelek mezin kete ser stuya kerta tendirostî lewre me nikarî weke pêwîst kerta han pêşde bibin jiber vê çend niha ev çend sale me dest bi cîhbicîh kirina projeyên girîng yên di warê kerta tendirostî de kiriye ku, em dixwazên vê kerta han pêşde bibin û xizmetgozariyên baştir pêşkêşî welatiyan bikin.

Weke tê zanîn derman û tedawî kirina nexweşiya Penceşêrê gelek buhaye lewre bo hevkarî kirina tuşbûyiyên vê nexweşiya han me dest bi rêkarên pêwîst di kerta tendirostî ya giştî û kerta taybet de kiriye.

Serokwezîr herwiha tekez li ser vê yekê kir ku, lazime kerta tendirostî were pêşxistin daku, bêyî cudatî û bi awayeke baş û goncaw tevahiya xizmetgozariyên tendirostî pêşkêşî welatiyên Kurdistanê bike.

Me weke hikûmetê bo çareser kirina penceşêrê çend proje dane destpê kirin û di her du kertan de proje ketine meriyetê û berdewam dibin li ser cîhbicîh kirina projeyên din û hêvî dikim ti kes û ti welatiyek pêdiviya xwe bo wan nexweşxaneyan nebe û tendirostiya tevahiya aliyan hertim baş be.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.