Amerîka huşdarî dide Îranê

dibêje Amerîka li hember Îranê bêdeng namîne.
کوردستان TV
100%

Dibêje bila êrîşa Îsraîlê neke hincet bo têkdana rewşa heyî.

Piştî teqînên lipeyhev yên di amûrên gehandinê (pager) yên di destê çekdarên hizbulahê de Amerîka huşdarî da Îranê.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku, bila Îran dest ji hewldanên xwe yên bo bikar anîna teqîna Pegeran weke hincetekê bo têkdana rewşê berde beruvajî vê Îran bo xwe rastî kêşeyên gelek mezin were û Amerîka bi ti awayî li hember kiriyarên Îranê bêdeng namîne.

Matthew Miller eşkere kiriye ku, Amerîka bi ti awayî ji vê êrîşa han ya Îsraîlê agehdar nebûye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.