Serok Barzanî li gel Serokê komîteya nîştimanî ya lêpirsînê civiya

komîteya lêpirsînê daxwaza hevkariyê ji herêma Kurdistanê dike.
کوردستان TV
100%

Behsa kar û çalakiyên vê komîteya han hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê komîteya lêpirsîn û dadmendiya nîştimanî ya Federalî Dr, Basim Bedrî kir.

Di civînê de Serokê komîteyê rixmî şîrove kirina erk û çalakiyên vê komîteyê, tekez li ser vê yekê kir ku, karên wan bi awayeke pisporane û bidûr ji destwerdanên aliyên siyasî têne cîhbicîhkirin û anî ziman ku, dixwaze li gel aliyên têkildar yên li herêma Kurdistanê jî hevaheniyeke baş hebe bi taybetî ku, xelkeke gelek zêde li herêma Kurdistanê de heye ku, qurbaniyê destê rejîmên berê yên Îraqêne û bo ku, bikaribin baştir bi hawara wan ve biçin û dadweriyê misoger bikin.

Herwiha daxwaz jî kir ku, têkiliyên navbera hikûmeta federalî û hikûmeta herêmê baştir bibin astengiyên berdem têkiliyên han û hevahengiya navbera wan werin çareserkirin.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.