Dibêje hebûna Hemas û Hûsiyan li Îraqê zirarê dide Îraqê.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller di hevpeyvîneke taybet de li gel çapemeniya Brîtanî huşdarî daye hikûmeta Îraqê.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Matthew Miller di hevpeyvîna han de behsa rewşa Rojhilata Navîn kiriye û ragihandiye ku, Amerîka ji rewşa heyî ya li Rojhilata Navîn û aloztir bûna rewşê dilgirane lewre boa ram kirina rewşê jî hewl dide.
Matthew Miller derbarê rewşa Îraqê de jî diyar kiriye ku, Amerîka baş dizane ku, hûsî û hemas ofîsên xwe yên li Bexdayê ve kirine, Amerîka vê yekê qebûl nake jiber ku, hebûna hemas û hûsiyan li Îraqê dibe sedema têkdana rewşa Îraqê û aloztir kirina rewşa deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin