Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin li ser bihêz kirina jêrxana Kurdistanê

dibêje lazime jîngeh were parastin û qedra avê jî bizanin.
کوردستان TV
100%

Îro kevira bingehîn ya bendava Diwînê danî.

Kêliyek beriya niha li devera Diwînê Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya bendava Diwînê li nêzî qelha Diwînê danî û gotarek jî pêşkêş kir.

Serokwezîr di destpêka gotara xwe de diyar kir ku, gelek kêfxweşe liwir (diwînê) bendav tê avakirin jiber ku, ev cîh, cîheke steratejîk û dîrokiye û li cem qelha Serkirdeyê Kurd Selahedîn Eyûbiye.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, ev dever gelek goncawe bo ava kirina bendavê jiber ku, hem cîheke steratejîke û him jî dikare aveke gelek zêde têde were komkirin lewre me biryar da bilez liwir bendav were avakirin û herwiha me biryar da daku, avên ku, ji Şeqlawa û deverên din tên werin teqtîrkirin daku, ava bendavê qirêj nekin.

Serokwezîr anî ziman ku, îro me biryar da daku, qelha Diwînê yaku, cîheke dîrokî û torîstîkî û herwiha cîhê Selahedînê Eyûbî bûye, bi awayeke goncaw were nûjenkirin.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, bendava Diwînê ji aliyê kompaniyên navxweyî ve tê avakirin û bi temam bûna vê bendavê jî hem ava bin erdê ya li deverê zêde dibe, him jî kerta çandiniyê û ajeldariyê pêş dikeve û him jî samana masiyan jî zêdetir dibe.

Serokwezîr herwiha eşkere kir ku, ava kirina bendavan û rêgirî kirin ji çarçûr kirina avê, yek ji bernameyên sereke yên kabîneya 9ane û li ser vê yekê jî berdewam dibin û daxwaz ji welatiyên Kurdistanê jî dikim daku, paqêjiya avê û paqêjiya jîngehê biparêzin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.