412 dîlên din hatin veguhertin

heta niha nêzî 2 hezar dîlên Rûsî û Ukraynî hatine veguhertin.
کوردستان TV
100%

Di navbera Rûsye û Ukraynayê de veguhertina dîlan didome.

Hikûmeta Îmaratê belav kiriye ku, careke din hewldanên aliyên têkildar yên Îmaratî bo azad kirin û veguhertina dîlan di navbera Rûsye û Ukraynayê de gehêştine encam û Ukrayna 206 dîlên Rûsî û Rûsye jî 206 dîlên Ukraynî bi giştî 412 dîlên şer hatine veguhertin.

Îmaratê diyar kiriye ku, heta niha bi giştî hezar û 994 dîl di encama hewlên aliyên têkildar yên Îmaratê de di navbera Rûsye û Ukraynayê de hatine veguhertin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.